Meşa Dirêj a li Fransayê di roja 24'an de ye
Meşa Dirêj a 26 rojan ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 24'emîn de ye.
Meşa Dirêj a 26 rojan ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 24'emîn de ye.
Meşa Dirêj di roja 23'emîn de li bajarê Saint Avoldê bû.
Çalakgerên ku serê sibehê li bajêr meşiyan, êvarê tevlî civîna gel bûn.
Ji beşdarên meşê Saniye Tûnç li civînê axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku meş û mîtînga mezin a li Strasbourgê ya 15'ê Sibatê hîn xurt bikin.
Saniye Tûnç anî ziman ku ev çalakî ne tenê meş e û got, "Em bi hevdîtinên dîplomatîk û civînên gel têkoşîna xwe dewam dikin."
Saniye Tûnç ragihand ku moralê wan bilind e û bi vê coşê wê di 15'ê Sibatê de bi gel re bicivin.
Siyasetmedar Ferhat Encu jî di civîna gel de axivî, bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û destnîşan kir ku gelê Kurd êdî li hemberî bênasnamehiştinê 50 salên dawî bênavber li ber xwe dide.
Ferhat Encu anî ziman ku paradîgma û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo li tevahiya cîhanê bûye mînak û got, "Armanca delweta Tirk ew e ku li maseyê destê Kurdan lawaz bike."
Ferhat Encu got, "Ji ber vê yekê divê em li hemberî hemû êrîşên dewletê li ber xwe bidin û mafên xwe heta dawiyê biparêzin. Çalakiya ku wê 15'ê Sibatê bê kirin jî divê li ser vê bingehê bê dîtin. Ji bo parastina destketiyan divê gelê me li Strasbourgê be."