Meşa dirêj a li dijî tecrîdê di roja 2’an de temam bû
Maşa dirêj a ciwanên Kurd a li Atîna ya li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 2’an de temam bû.
Maşa dirêj a ciwanên Kurd a li Atîna ya li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 2’an de temam bû.
Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd a li dijî komploya 9’ê Cotmehê û pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji Lavrîo heta Atînayê hatibû destpêkirin, roja 2’an a meşê temem bû.
Ciwanên ku îro saetên sibê ji Marco Polo ketibûn meşê 20 kêlometre meşiyan û gihan bajarokê Tavros a dikeve başûrê Atînayê. Di tevahiya meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK’ê hildan. Meşa ku bi sirûdan didomiya, bê navber dirûşmên şermezarkirina komployê hatin qîrkirin.
Meş sibe wê saetên sibê wê li navenda Atînayê bidome. Piştî ku meşvan gihiştina Atînayê wê ji bo 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Kurevî mîtîngek li pêşiya Sefaretxaneya Tirk lidar bixin.