Rêber Apo hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêbazên polîtîk çareser bike

Li gel polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk jî Rêber Apo li ser hev gavên yekalî avêtiye û xwestiye çareseriya pirsgirêka Kurd ji zemînê şer û şîdetê bikişîne ser zemînê hiqûq û siyaseta demokratîk.

Hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştî û çareseriya demokratîk ne hewldanên nû ne. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêka têkoşîna xwe ve hewl dide ku pirsgirêka Kurd bi rêkên hiqûqî û siyasî bêne çareserkirin. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re li Tirkiyeyê jî demokratîkbûn pêş bikeve û gelên li Tirkiyeyê jî karibin pêşiya xwe bibînin, wekhev û azad bijîn. Li ser vê bingehê PKK'ê bi giştî 9 caran agirbestên yekalî îlan kir. Ji bo ku pêşî li pêvajoya aştî û çareseriyê bê vekirin 2 caran jî bi navê ‘Komên Aştiyê’ ket nava hewldanên dîrokî.

Rêber Apo domahiya dîrokê sê caran daxwaza kongreyê li PKK'ê kir. Xwest PKK xwe fesix bike, dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Ev jî bi şert û mercên hiqûqî û gavên siyaseta demokratîk ve girê da.

Lê belê, dewleta Tirk her carê xwedî li dîroka xwe ya 100 salî ya înkar û îmhaya Kurd derket û li beramberî hemû hewldanên aştî, daxwaza siyaseta demokratîk a gelê Kurd bi zihniyet û siyaseta xwe ya qirker bersiv da.

Rêber Apo, piştî pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ji Tirkiyeyê cara yekemîn bi rojnamevan Mehmet Ali Birand re axivî. Roportaj di sala 1988'an de li Lubnanê li Geliyê Bekayê hat kirin.

Rojnamevan 3-4 caran di heman çarçoveyê de jê dipirse, hûn çi dixwazin, wê şerê we çiqasî bidome, kengî biqede.

Rêber Apo dibêje neheqiyeke gelekî mezin li gelê Kurd hatiye kirin. Eger ku Kurd û Tirk bira bin, çiqasî serxwebûn û azadiya gelê Tirk hebe, divê ev ji bo gelê Kurd jî hebe.

Rêber Apo ji bo sedema hebûn û şerê PKK'ê bêpolîtîkamayîn û şerê çors ê dewleta Tirk nîşan dide.

Destnîşan dike ku dewleta Tirk hêna navê gelê Kurd, navê pirsgirêkê jî qebûl nake û ev siyaseta fermî ya dewleta Tirk e û wiha dewam dike: "Heta ku di polîtîkayeke wisa de israr bike û bixwaze vê bi polîtîkayeke şîdetê ya herî çavkorane bigihîne zaferê ev şer wê bidome."

Rêber Apo dibêje, ew ne aşiq û alîgirê şîdetê ye, ne ku wê heta dawiyê vê rêbazê bidomîne û di çareseriya pirsgirêkan de baweriya xwe ya bi polîtîkayê destnîşan dike. Rêber Apo wiha dibêje: "Di çareseriya pirsgirêkan de bi hêza polîtîkayê bawer im. Polîtîka wekî rêbazekê divê di çareseriya pirsgirêkan de esas bê girtin. Em ê misoger bersiva vê yekê bidin."

Li ser pirsa rojnamevan a "Hûn ji aliyê beramber li benda çi ne?", Rêber Apo dibêje, divê dest ji polîtîkaya zext, îmha û bişavtinê berde û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: "Li şûna vê pêwîst e nîqaşeke hemdemî, têkoşîneke polîtîk a çareserkertir hebe. Ne derewîn, ne şeklî be. Her carê artêş gopalê xwe raneke û her kesî ji dika polîtîk nede revandin. Bi rastî jî rêber, partiyên ku ji polîtîkayê li benda çareseriyê ne û bi vê bawer dikin derkevin holê, ew bixwazibin li ser çareseriyan herî kêm di vê çarçoveyê de nîqaş bikin, em ê bi keyfxweşiyeke mezin bersivê bidin vê. Em dikarin bûyera şîdetê hema yekser bisekinînin. Bila zexta çors, êşkence bê sekinandin, wê ti tiştekî me yê girêdayî bikaranîna zorê neyê dîtin. Ji ber vê yekê jî yê ku divê gavê biavêje ne em in. Em di nava parastineke neçarî de ne. Yê ku êrîş dike aliyê din e. Lewma jî divê çareserî ji wan were." 

JI BO AŞTIIYÊ HEWLDANÊN YEKALÎ YÊN RÊBER APO

Hewldanên çareseriya aştîxwaz û siyaseta demokratîk a Rêber Apo hem beriya Îmraliyê hem jî piştî wê dewam kir.

Li ser vî hîmî, PKK'ê di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2006, 2009, 2010 û 2013'an de agirbestên yekalî îlan kirin. Herî dawî jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re di 1'ê Adara 2025'an de agirbest îlan kir û ev bi awayekî yekalî didome. 

Ruxmî agirbestê jî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dewleta Tirk kêm nebûne, çekên kîmyewî jî tê de çi ji destê wê tê dike û dixwaze vê pêvajoyê wekî firsendekê bi kar bîne.

LI DIJÎ HEWLDANÊN AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Rêber Apo, li ser hewldanên Serokwezîrê demê Necmettin Erbakan û daxwaza gelek kesên navbeynkar di 29'ê Tebaxa 1998'an de tevlî MED TV bû, da xuyakirin ku ji 1'ê Îlona 1998'an û şûn de agirbestê îlan dikin. 

Dewleta Tirk jî ev pêvajo kir pêvajoya destpêkirina "komploya navneteweyî" ya li dijî Rêber Apo. 

Fermandarê Hêzên Bejahî yê demê Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûrî daxuyanî da û got, heger ku Rêber Apo ji Sûrî dernekeve, "em ê şerê Sûrî bikin". 

Piştî ku "Komploya Navneteweyî" ket meriyetê Rêber Apo ji Sûrî derket û çû Ewropayê. 

Rêber Apo dema ku derbasî Ewropayê bû li wir jî agirbesta ku di 1'ê Îlonê de dabû destpêkirin bi navê “Banga Aştî û Muzakereyê” domand. 

Rêber Apo di 15'ê Sibata 1999'an de bi "komploya navneteweyî" ji Kenyayê ber bi Tirkiyeyê ve hat revandin. 

Piştî vê, êrîşên dewleta Tirk ên eskerî zêde bûn û ji ber vê yekê agirbest jî bi rengekî pratîkî bi dawî bû. 

AGIRBESTÊN YEKALÎ, VEKIŞÎNA GERÎLA, KOMÊN AŞTIYÊ Û KONGREYÊN FESIXKIRINA PKK’Ê

Rêber Apo, di 1'ê Îlona 1999'an de jî ji bo aştiyê û çareseriya siyasî cara çaremîn agirbesta yekalî îlan kir. 

Di 22'yê Îlona 1999'an de wekî "gava niyeta baş" ji PKK'ê xwest 2 grûbên cuda yên aştiyê derbasî Tirkiyeyê bibin.

Di 1'ê Cotmeha 1999'an de yekem koma aştiyê ya gerîla ku ji 8 kesan pêk dihat li ser banga Rêber Apo ji Qendîlê çû Tirkiyeyê.

Di 29'ê Cotmeha 1999'an de koma aştiyê ya duyemîn jî ji 8 kesan pêk dihat û  ji Viyanayê bi rêka hewayî çû Tirkiyeyê. 

Dewleta Tirk endamên komên aştiyê girtin, darizandin û avêtin zindanan. Di encama darizandinan de cezayên girankirî li endamên koma aştiyê birîn.

Her wiha, Rêber Apo xwestibû hêzên gerîla derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Dewleta Tirk ev yek wekî firsend bi kar anî û li ber gerîlayan kemîn danîn. Di van kemînên artêşa Tirk a dagirker de bi sedan gerîlayên PKK'ê şehîd bûn. 

Rêber Apo di 20'ê Çileya 2000'î de "Projeya Aştiyê", di 4'ê Mijdara 2000'î de "Ji bo Demokrasî û Aştiyê Plana Çalakiya Lezgîn", di 19'ê Hezîrana 2001'ê de ji bo ku şerekî nû nekeve rojevê û pêvajoya çareseriyê pêş bikeve "danezana daxwazên lezgîn", di 22'yê Mijdara 2002'yan de "Danezana Çareseriya Lezgîn" nivîsand û bi raya giştî re parve kir.

Ji bo aştî û çareseriya siyasî di destpêka 2000'î de û di dawiya 2002'yan de du caran ji Serokkomar, Serokê Meclîsê, Serokwezîr, Serfermandarê Giştî û ji bo giştî partiyên siyasî name şandin û tê de nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd anîn ziman. 

SALÊN 2002-2004: PÊVAJOYA FESIXKIRINÊ Û JINÛVE AVAKIRINA PKK’Ê

Girêdayî vê, li ser banga Rêber Apo, di navbera 4 û 10'ê Nîsana 2002'yan de Kongreya 8'emîn a PKK'ê kom bû, navê xwe wekî Kongreya Azadiya Demokratîk a Kurdistan bi kurtenav KADEK guherî. 

Di navbera 27'ê Cotmehê û 6'ê Mijdara 2003'yan de KADEK û KNK bûn yek û navê Kongra Gel girtin. 

Di vê pêvajoyê de, civîneke bi navê "fesxkirina PKK'ê" hat lidarxistin û biryara fesxkirina PKK'ê hat girtin.

Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj wekî stratejiya siyaseta demokratîk hat guhertin. Tevgera Azadiyê wê ne bi çekê, bi siyaseta demokratîk kar û xebat bimeşanda. 

Lê belê, di vê demê de tasfiyegeriya navxweyî ya PKK'ê xurt bibû. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2003'yan de li Iraqê rejîma Sedam Huseyîn rûxandibû û bi xwe dest li Rojhilata Navîn werdida. Dewleta Tirk jî di polîtîkayên xwe yên înkar û îmhaya Kurdan de israr dikir û bersiveke erênî nedida hewldanên aştî û çareseriya demokratîk ên Rêber Apo. 

Ji ber van şert û mercan Rêber Apo dît ku çareseriya pirsgirêkan bi vî rengî ne mimkun e, di sala 2004'an de ji nû ve avakirina PKK'ê xist rojevê. 

PÊVAJOYA 2009’AN: XITIMÎNA DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE

Ji bo aştî û çareseriya siyaseta demokratîk di sala 2009'an de jî Rêber Apo carek din agirbesta yekalî ragihand. Di 15'ê Tebaxa 2009'an de "Nexşerê"ya ku ji 156 rûpelan pêk dihat teslîmî îdareya girtîgehê kir. "Nexşerê" ya ku Rêber Apo çareseriya pirsgirêkê di binê 10 rêgezên bingehîn de kom kiribû encax piştî sal û nîvekê karîbû bigihişta raya giştî. 

Rêber Apo got, "di siyaseta demokratîk de xitimîneke cidî heye" û ji bo ku pêşiya pêvajoyê vebe bangawazî kir ku "Komên Aştiyê" derbasî Tirkiyeyê bibin. 

Li ser banga Rêber Apo di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Qendîl û Kampa Mexmûrê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku 4 jê zarok bi giştî ji 34 kesan pêk dihat, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyayê ket nava Tirkiyeyê. 

Hikumeta AKP'ê hatina komê roja yekemîn erênî nirxand. Dûvre ji nişkê ve helwesta xwe hişk kir. Bi vî rengî Koma Aştiyê ya Ewropayê nikarîbû derbasî Tirkiyeyê bibûya. Dûvre li ser endamên koma aştiyê ya ku ji Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bû cezayên giran hatin birîn. 

HEWLDANÊN RÊBER APO DIDOMIN: PÊVAJOYA 2013-2015’AN

Piştî van hewldanan yekalî yên Rêber Apo, nîqaşên li ser aşitî û çareseriya demokratîk zêdetir bûn. Di Newroza 2013'an de nameya Rêber Apo li Amedê hat xwendin. Peyama Rêber Apo ya Newroza 2013'an pêvajo aştî û çareseriya demokratîk qayîmtir kir. Bi vî rengî pêvajo hat destpêkirin. Rêber Apo ji PKK'ê xwest gerîla derkeve derveyî sînorên Tirkiyeyê. 

Li ser navê KCK'ê Murat Karayilan di 25'ê Nîsana 2013'an de ragihand ku gerîla wê ji 8'ê Gulanê û şûn de dest bi vekişandinê bike. 

Piştî lihevkirina di navbera hikumeta AKP'ê û şandeya Îmraliyê de ku di 28'ê Sibata 2015'an de pêk hat û wekî Mûtabaqata Dolmabahçe tê zanîn, Rêber Apo bang li PKK'ê kir ku ji bo çekdanînê kongreya xwe kom bikin. 

Ruxmî vê jî, piştî demeke kurt Serokkomarê Dewleta Tirk Tayyip Erdogan got, "em lihevkirina Dolmabahçeyê qebûl nakin" û  pêvajo bi erdê re bû yek. Piştî vê gotinê, dewleta Tirk li dijî gelê Kurd "Plana Têkbirinê" xist meriyetê û ji sala 2015'an heta niha şerekî bênavber û bêexlaq dimeşîne.

HEWLDANA HERÎ DAWÎ YA RÊBER APO: BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Herî dawî di 27'ê Sibata 2025’an de Rêber Apo di banga Aştî û Civaka Demokratîk de bang li PKK'ê kir ku kongreya xwe kom bike, çekan deyne û avaniya xwe ya rêxistinî fesx bike.

Di vê çarçoveyê de PKK'ê di navbera 5 û 7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'emîn kom kir, encamên wê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir. Li gorî vê yekê, PKK'ê dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî û dawî li xebatên bi navê PKK'ê tên meşandin anî. 

Rêber Apo di heman bangê de ji dewleta Tirk jî xwest ku gavên hiqûqî û siyasî biavêje. Lê, dewleta Tirk di polîtîkaya înkar û îmhayê de israr dike. Ne gaveke hiqûqî ne jî gaveke siyasî avêtiye. Berevajî vê, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe yên li derveyî pîvanên şer, bi çekên qedexekirî zêdetir kirine. 

DEWLETA TIRK WÊ VÊ CARÊ ÇI BIBÊJE: DÎSA ŞER AN JÎ AŞTÎ?

Domahiya pêvajoya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, Rêber Apo xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Lê, dewleta Tirk bêyî ku guh bide van peyaman, her tim bi êrişên dagirkerî û qirkirinê bersiv da bangên gelê Kurd ên aştî û siyaseta demokratîk.

Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê, dîsa ji bo aştiyê, çareseriya siyaseta demokratîk û ji bo çareseriyên hiqûqî li ser hev gavan diavêje, îradeya xwe beyan dike û niyeta xwe ya baş nîşan dide.

Gelo dewleta Tirk wê vê carê çi bike? Dîsa wê bi zihniyet û siyaseta xwe ya 100 salî bersivê bide Rêber Apo û di polîtîkayên xwe yên klasîk ên înkar û îmhaya Kurdan de israr bike? 

Yan jî wê vê carê dest ji wan dubare û jiberên xwe yên klasîk berde û bi destê aştîxwaz ê Rêber Apo bigire?

Helbet, ne gotin, wê pratîka dewleta Tirk vê yekê nîşanî me bide.