BI DÎMEN

Meşa Dirêj a ji Heilbronnê heta Strasbourgê destpê kir

Beriya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî, Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji Heilbronnê ber bi Strasbourgê destpê kir.

MEŞA DIRÊJ

Meşa bi dirûşma 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê kir û wê heta bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst tevlî meşê dibin.

MEŞA DESTPÊKÊ SALA 1984'AN DESTPÊ KIR

Meşa destpêkê ya Kurdên li Ewropayê di Gulana 1984'an de pêk hat. Di vê meşa dîrokî de ku ji bajarên Hanau û Hannover ê Elmanyayê heta bajarê Bonnê dewam kir bi 730 kîlometreyan pêk hat. Kurdan li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dengê xwe bilind kiribûn.

BERNAMEYA MEŞÊ

10’ê Sibatê roja Yekşemê çalakvan li navenda Heilbronn hatin ba hev û piştî daxuyaniya çapemeniyê ya siharê, meş destpê kir.

Di beşa ewilî de, wê ji Heilbronn heta Ludwigsburg’ê 16 kîlometre meş bê lidarxistin. Di tevahiya meşê de wê li bajarên cur be cur, semîner, merasîmên bîranînê û bernameyên nîqaşê bên lidarxistin.

- 11’ê Sibatê: ji Ludwigsburg heta Stuttgart 17 km meş. Şev, bîranîna şehîdan.

- 12’ê Sibatê: ji Stuttgart heta Boblingen 21 km meş û semînera zayendî ya civakî.

- 13’ê Sibatê: Ji Offenburg heta Lahr 19 km meş û semîna têkoşînê ya enternasyonal.

- 14’ê Sibatê: Ji Freiburgê 8 km meş û bernameya ‘xwendina Rêbertî’.

- 15’ê Sibatê: Gihiştina Strasbourg û kombûna navendî.

DAXWAZA JI RÊBER APO RE AZADÎ

Di tevahiya meşê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ji sala 1999’an û vir ve di bin şert û mercên tecrîda giran de, tê ragirtin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê bang were kirin.

Çalakvan wê li Strasbourg bang li saziyên Ewropayê bikin û bal bikişînin ser daxwazên gelê Kurd.