‘Meşa Azadiyê’ li Melûnê berdewam dike
“Meşa Dirêj a Azadiyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Melûn ê Fransayê berdewam dike.
“Meşa Dirêj a Azadiyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Melûn ê Fransayê berdewam dike.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Meşa Dirêj a Azadiyê” ya 25 rojan hatibû destpêkirin, Meşa Azadiyê di roja 10’an de li bajarê Melûn ê Fransayê berdewam dike. Meşa îro saet 16:30’an ji Qada Azîz Georges heta Place Saint Georgesê berdewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin hildan. Girseya meşê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Meşvanan ji bo agahdarkirinê li kesên derdor belavok belavkirin. Li esnaf û saziyên Fransî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dosya hatin pêşkêşkirin.
Meşvanan li ber walîtiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berî daxuyaniyê ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê meşvanan Erdal Şahîn axivî. Şahîn diyar kir ku meşa wan dê di 15’ê Sibatê de li ber avahiya CPT ya Strasboûrgê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe û got: “Em îro di roja 10’an a pêngavê de ne. Em ê sibe bigihêjin Evryê. Rêber Apo 25 sal in di girtîga dewleta Tirk a faşîst de di bin şert û mercên herî giran de dîl tê girtin. Rêber Apo nikare mafên xwe yên herî rewa yên weke hevdîtina parêzer û malbatê jî bikarbîne. Ji bo ku em balê bikêşin li ser tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî me dest bi Meşa Dirêj kir.
Tecrîd û azadiya fîzîkî timî di rojeva gelê Kurd ên li diaspora û welat de ne. CPT berî du salan serdana Rêber Apo kir, lê der barê serdanê de tu daxuyanî neda. Ji ber vê yekê me jî biryar da em meşa xwe di 15’ê Sibatê de li ber avahiya CPT bi dawî bikin.”
Di tevahiya meşê de meşvanan stran û dirûşme berzkirin. Koma meşê û dostên wan bi zimanê Fransî daxuyanî dan û civak agahdar kirin. Girseya li dora meşvanan kombûn jî qert ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Li gorî saeta herêmê di saet 18:00’an de wê li Navenda Gel a Melûnê civîna gel bê lidarxistin.
Meşa sibe wê li Evry a başûrê Parîsê bê lidarxistin. Li vir jî şeva dengbêjiyê bê lidarxistin.