Meşa Aştiyê ya Paskalya li Munîhê hat lidarxistin
Li bajarê Mûnîhê ya Elmanyayê rêxistinên aşitiyê îsal jî Meşa Aştiyê ya Paskalya lidarxistin.
Li bajarê Mûnîhê ya Elmanyayê rêxistinên aşitiyê îsal jî Meşa Aştiyê ya Paskalya lidarxistin.
Kurd jî tevlî Meşa Aşitiyê ya Paskalyayê bûn. Ev meş ji bo sekinandina şerên li seranserê cîhanê û sînordarkirina butçeyên ji bo çekdarkirinê re hatibû lidarxistin.
Di axaftinên ku di meşê de hatin kirin de hat gotin ku mirovahî di encama şer û çekdarkirinê de ji birçîbûn û hejariyê re hatiye mehkûm kirin û ji cih û welatên xwe hatine rewşa penaberiyê.
Her wiha di axaftinan de bal hat kişandin li ser berpirsiyariya dewleta Elman a di têkbirina ekolojî û qadên jiyanê de û hate destnîşankirin ku li cîhanê di her deqîqeyê de kesek bi çekên Elman dimire.
Dîsa di axaftinan de hate gotin Elmanya ku bi firotina çekan re her sal rekorên nû dişkîne, di komkujiyan de şirîk e, her wiha hate diyarkirin ku divê bêtir ji bo tenduristî û perwerdehiyê butçe were veqetandin, ne ji bo çekdarkirinê.