Meş roja 4’an li Baselê didome

Meşa Kurdan û dostê wan di roja 4’an de li Baselê didome.

Meşên dirêj ên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Baskê Swîsre-Strasboûrgê îro gihiştin Baselê.

Meşvanên baskê Cenevre-Strasbûgr ku siyasetmedar, rewşnebîr, hunermend û nûnerên saziyan jî di nav de 10’ê Sibatê ji pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê starta meşê dabû. Çalakvan piştî meşên li Cenevre, Lozan û Bernê îro gihiştin Baselê.

Meşvanan tevahiya meşê bal kişandin ser komploya li ser Ocalan û peyamên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ dan. Her wiha di meşê de ji bo pêkhatina yekîtiya netewî jî peyam, semîner û panel hatin dayîn.

Qonaxa Meşa Dirêj a Baselê saet 13:00’an li qada Dreîrosenbruckê hatin bahev û li navendek girîng a bajar û Parlementoya Kantona Baselê bi Elmanî belavok xwendin.

Çalakvanên ku gihan Qada Barfusserplatzê li vir mîtîngek lidar xistin. Piştî peyamên piştevaniyê ya nûnerên partiya Swîsreyî û axaftinên li ser navê saziyan û şûnde, dubare dest bi meşê kirin. Meş wê li qada Dreîrosenbruckê bi dawî bibe. Wê li vir derbasî salona ku hatiye amadekiri bibin û wê di saetên şevê de bi tevlîbûna hunermendên TEV-ÇAND û Navenad Çanda MED’ê konserek bidin.

Çalakvan wê sibe bi otobusan ber bi Strasboûrgê ve bikevin rê.