Merwan Amed û rêhevalên wî li Swîsreyê hatin bibîranîn

Şervanê YPG’ê Merwan Amed û rêhevalên wî li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hatin bibîranîn. Bavê wî got ku “Ez bi kurê xwe serbilind im.”

Şervanên YPG’ê Diyar Mîntaş (Merwan Amed), Abdulmecît Parilti (Serhat Serhildan) û Recep Ozbek (Erdal Amed) ên ku di Gulana 2014’an de li gundê Rawya yê Serêkaniyê şehîd bûbûn û gerîlayên HPG’ê Mehmet Çoban (Adil Semsûr) û Mehmet Zakîr Temel (Rênas Botan) ên ku di 29’ê Gulanê de di êrîşa hewayî ya li ser Zapê şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesan hatin bibîranîn.

Bibîranîn li bajarê Gerlafîngen a Kantona Solothûrnê ya Swîsreyê hate lidarxistin. Malbat û xizmên şehîdan û çalakgerê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya jî di nav de gelek kes tevlî bibîranînê bûn.

Li eywanê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG û YPJ’ê û wêneyên şervanên şehîd ên HPG û YPG’ê hatin daliqandin.

BAVÊ WÎ MÎNTAŞ: EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM

Metîn Mîntaş ê ku bavê şervanê YPG’ê Diyar Mîntaş e, di bibîranînê de axivî û got ku “Kurê min parçeyekî min e lê ew şehîdê Kurdistanê ye. Ez bi kurê xwe serbilind im. Bi saya têkoşîna wan em serbilind in.”

SARIKAYA: RÊBER APO RUHEKÎ NÛ AVA KIR

Berxwedêrê greva birçîbûnê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya jî qala bandora çalakiyên greva birçîbûnê kir û got ku “Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê giyanekî nû ava kiriye û tişta ku dikeve ser milê me ev e ku, em xwedî li vî ruhî derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şervanên YPG’ê û gerîlayên HPG’ê hate nîşandan.