BI DÎMEN

Li Darmstadtê ji bo kampanyaya Medico International çalakî hat lidarxistin

Li Darmstadtê ji bo piştgiriya kampanyaya Medico International a bi armanca ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelên tavê yên enerjiyê bên kirîn hatiye destpêkirin, çalakî hat lidarxistin.

Koma Piştevaniya Kurdistan-Rojava ji bo piştgiriya kampanyaya Medico International a bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Theater im Padagog a bajarê Darmstadt ê Elmanyayê çalakî li dar xist.

Armanca kampanyayê ji bo kirîna panelên tavê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkirina milyonek Euro ye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, binesaziya ceryanê ya herêmê bi giranî hilweşiyaye. Armanc ew e ku li van herêman bi panelên tavê yên bi awayekî nenavendî hatine sazkirin enerjiya ekolojîk peyda bikin.

Medico International Anita Starosta danasîna kampanyayê kir û rewşa ekolojîk û siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Çalakî bi axaftinên Koma Piştgiriya Darmstadtê, Alîkara Şaredara Darmstadtê Barbara Akdenîz û tevkariyên muzîkê yên civaka Tembûristan û koma Los Pueblosê geş bû. Bi tevlîbûna Meclîsa Jinên Kurd a Roza û 100 kesan sohbet hat kirin û hev nas kirin.

Ji ciwan heta mezin 100 beşdar ji bo vê çalakiyê hatin cem hev û ji bo kampanyaya ku bigihîje hedefa xwe ya 1 mîlyon Euroyî tevkariyeke girîng kir.