Meclîsa Korsîkayê 'xweseriya di nava Komarê de' pejirand

Pêşniyara ku Korsîka di destûra bingehîn de ‘di nava komarê de statuya xweseriyê’ bi dest bixe cih bigire, ji aliyê Meclîsa Korsîkayê ve bi piraniya dengan hat pejirandin.

Metna destûra bingehîn ku ji bo Korsîka 'di nava Komarê de statuya xweseriyê' dide, êvara Çarşemê ji aliyê Meclîsa Korsîkayê ve bi piraniya dengan hat pejirandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn û 8 nûnerên ku li Korsîkayê meylên cuda temsîl dikin, di nîvê meha Adarê de li ser vê metnê li hev kirin. 

Piştî nîqaşan û beriya dengdanê Serokê alîgirê xweseriyê yê Meclîsa Rêveber a Korsîkayê Gîlles Sîmeonî got, 'kêliyeke demokrasiyê ya pir xurt e.’

Gerald Darmanîn bang li Gîlles Simeonî kiribû û gotibû, "Ji malbata otonomparêz û neteweperest a Korsîkayî wêdetir, divê di nava Meclîsa Herêmê de li hev kirineke berfireh bê kirin."