Meclîsa Gel a Siryanan a Ewropayê polîsên Elman şermezar kirin

Meclîsa Gel a Siryanan a Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dusseldorfê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Polîsên Elmanyayê nehiştibûn ku di çalakiyê de alaya neteweyî ya Asûriyan were vekirin.

Meclîsa Gel a Siryanan a Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dusseldorfê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakgerê bi navê Sabrî Barsîlîbo xwestibû bi alaya neteweyî ya Asûriyan tevlî çalakiyê bibe û polîsên Elmanyayê destûr nedabû kuala were vekirin.

Meclîsa Gel a Siryanan a Ewropayê li ser vê zextê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Ligel ku alaya Asûrî-Siryanan ne di lîsteya sembolên qedexe yên Wezareta Karê Navxweyî de ye, bi kêfî hatiye qedexekirin. Ev ala 50 sal in sembolya Siryanan e û feraseta dewleta Elman dişibe piştgiriya ji bo rejîma Erdogan. Dewleta Tirk jî bi salan e dixwaze çand û nasnameya Sirtanan tune bike. Ziman û muzîka Siryanan li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin, dêr û manastir ji Siryanan hatine stendin. Elmanya jî dixwaze vê polîtîkayê bidomîne û meşrûiyeta sûcên li dijî Siryanan pêk tîne.”