Meclîsa Şaredariya Viyanayê wê li dijî biryarên Doza Kobanê helwesteke zelal bigire

Pêşniyaznameya ku parlementerên Partiya Keskan ji Meclîsa Şaredariya Viyanayê xwest berdana girtina girtiyên Kobanê biparêze û li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê helwesteke zelal bigire, hat qebûlkirin.

DOZA QIRKIRINA SIYASÎ YA KOBANÊ

Parlementerên Partiya Keskan a Eyaleta Viyanayê Bêrîvan Aslan, Heîdemarîe Sequenz û Nîkolaus Kunrath li dijî cezayên giran ên dewleta Tirk li siyasetmedaran birî, ji bo şermezarkirina edaleta kêfî ya Tirk û ji bo piştgirîdayina mafên demokraîk ên li Tirkiyeyê pêşniyaznameyek ji Meclîsa Şaredariya Viyanayê re pêşkeş kir. Pêşniyaz bi yekdengî hat qebûkirin.

Di pêşniyazê de hat destnîşankirin ku bûyerên dawî ên li Tirkiyeyê qewimî, bi taybet Doza Kobanê ku cezayên giran hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê jî di nav de li gelek muxalîfran re hat birin, binpêkirinek eşkere ya rêgezên demokrasiyê ye.

Di dawiya pêşniyazê de wiha hate gotin, “Erka me ye ku em li dijî vê edaleta kêfî rabin û piştevaniyê bidin çalakvan û  endamên muxalefetên mexdûr ên li Tirkiyeyê.”

Pêşniyaznameya ku ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê, Partiya Gel a Awûstûryayê, Awûstûryaya Nû û Lîberal Forum, Partiya Azadiya Awûstûrya û partiyên Keskan ên ku endamên wan di meclîsê de hene ve hat qebûlkirin, wiha ye:  “Meclîsa Şaredariya Viyanayê piştevaniya xwe ya bi girtiyên siyasî ên li Tirkiyeyê nîşan dide û ji Wezîrê Ewropaya Federal û Têkiliyên Navneteweyî dixwaze ku ev kes bên berdan û li dijî van binpêkirinên mafên mirovan helwesteke zelal bigirin.”