Marksîst û Lenînistên Elmanyayê peyama piştgiriyê dan

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê 90 roj in greva birçîbûnê didome. Marksîst û Lenînîstên li Elmanyayê hate serdana çalakgeran û peyama piştgiriyê dan.

Endamên Partiya Marksîst, Lenînîst û Komunîst ên Elmanyayê (MLPD) hatin serdana 14 çalakgerên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 90 roj in greva birçîbûnê de ne.

KOÇ BANGA HEVGIRTINA NAVNETEWEYÎ KIR

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku di çalakiyê de ye, li vê derê axivî û got ku, “Dewleta Elmanyayê piştgiriyê dide Tirkiyeyê ya ku li ser Kurdan êrîşên faşîstane dike. MLPD jî di nav de piştgiriya tevgerên enternasyonalîst gelekî girîng e. Ligel ku di warê fizîkî de rewşa me xerab e lê em ê dev ji berxwedanê bernedin.”

DOTTEN: EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERDIKEVIN

Piştî serdanê yek ji rêveberê MLPD’ê Horst Dotten diyar kir ku ew li ser navê xwe û li ser navê Koordînasyona Enternasyonal a Partî û Rêxistinên Şoreşger (ICOR) çalakiyê silav dikin. Dotten bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazin tecrîd were rakirin û ew piştgiriyê didin daxwazên gelê Kurd.

Dotten diyar kir ku 46 partî û tevgerên ji dehan welatan endamên ICOR’ê ne û piştî ku Kobanê hatiye azadkirin, wan li Kobanê nexweşxaneyek vekirine.