Markêta yekem a Kooperatîfa Komenege li Swêdê hate vekirin

Markêta yekem a Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya Komenege li Swêdê hate vekirin.

Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya Komenege a Kurdistaniyên li Swêdê dijîn ku sala 2017’an avakirî, marketa yekem li bajarê Gavle ya Swêdê vekir.

Marketa bi navê ‘Lîvsa me’ ku Sêşemê saet 12:00’an bi tevlîbûna rêveberên kooperatîf û Kurdistaiyên li bajar dijîn hate vekirin.

Serokê Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya Komenege Hasan Bozlak û Rêveberê Desteyê Battal Batte qûrdeleya vekirina kooperatîfê birîn.

Bozlak li vir axivî û diyar kir ku xebatên 2 salan kir ku market bê vekirin û destnîşan kir ku wê li bajarên din jî bi heman konseptê marketên nû vekin. Bozlak bibîr xist ku di qada bazirganiyê de Kurdistaniyên li Swêdê dijîn tiştek nû bi ser xistin û spasiya her kesê endam û destek dayî kooperatîfê kir.

Her wiha Rojnameya Gefle Dagblad a weşana herêmî jî dike, di rojnameya xwe de cihek ji bo marketê veqetand. Her wiha hevpeyvînên bi rêveberê kooperatîf û Kurdistaniyan re kiribû weşandibû.

Armanca Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ku meha Cileya 2017’an li bajarê Vaseras a Swêdê hatî avakirin ew e ku li Sêwdê rêze marketan veke.