Malbatên şehîdan li Mannheimê hatin ba hev
Di civîna malbatên şehîdan a li eyaleta Hessenê de hat gotin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin, "Divê em bi hemû hêza xwe têbikoşin."
Di civîna malbatên şehîdan a li eyaleta Hessenê de hat gotin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin, "Divê em bi hemû hêza xwe têbikoşin."
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo malbatên şehîdan ên li eyaleta Hessenê dijîn, çalakiya hevdîtinê hate lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî civîna ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheimê (DKTM) ve hate lidarxistin, bûn.
Çalakiya ku li DKTM’ê hate lidarxistin ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di axaftina li ser navê KOMAW'ê de armanca hevdîtinê hat ravekirin û wisa hat gotin: "Em dixwazin li vir hevdu nas bikin, li ser tiştên ku em dikarin bikin nîqaşan pêk bînin û em ê çawa karibin parastina mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine bikin.”
Di axaftinê de bal hat kişandin ser 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin: "Meha Sibatê ji bo gelê Kurd meheke tarî ye. Komploya li hember Rêber Apo sala xwe ya 25’an qedand. Ev 3 sal in destûr nayê dayîn ku ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tu nûçeyek ji rêveberiya me nîne. Em weke Kurdistanî û dostên gelê Kurd dixwazin di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê meşek girseyî li dar bixin. Weke malbatên şehîdan pêwîst e em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin.”
Di dawiya civînê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.