Malbatên berxwedêrên Strasboûrgê: Dibe ku sibê dereng be

Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê banga hewldanan kir.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Ji gelek welat û bajarên Ewropayê jî tê de malbatên çalakgeran jî hatin serdana çalakgeran.

‘JI BO HEMÛYAN DI ÇALAKIYÊ DE NE’

Medîna Ûral hat serdana hevjînê xwe Egîd Ûral û got ku “Divê gelê me meş û çalakiyan li dar bixin. Ev mirov li ber çavên me dihelin. Ev çalakger ji bo hemûyan li ber xwe didin û bi vê armancê di çalakiyê de ne.

Gulê Koç a ku hevjîna Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç e ê ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, diyar kir ku divê gelê Kurd dengê xwe bilindtir bike.

Koç got ku “Moralê çalakgeran xurt e lê 90 roj derbas bûye. Rakirina tecrîdê di destê gelê Kurd de ye. Sibe dibe ku dereng be. Divê em gelê Kurd dengê xwe wisa derxînin ku, divê hemû cîhan dengê me bibihîze.”

Dîlan Koç a ku keça Yuksel Koç jî diyar kir ku kî çi ji destê wan tê divê bi cih bîne. Koç diyar kir ku çalakger ji bo armancên hemû Kurdan di nav çalakiyê de ne. Koç got ku,”Ez 19 salî me lê ew ji me bi moraltir in.‘

DIVÊ EM RABIN SER PÊYAN’

Fatma Başaran a ku diyar çalakger Nûrgul Başaran e, bang li dayîkên Kurdan kir. Başaran got ku “Wijdanê min ne rihet e. Kezeba me dişewite, xew nakeve çavê me. Divê em rabin ser pêyan û em nehêlin ku hevalên me şehîd bibin.

Îro jî bajarên Parîs, Metz, Saînt Avold ên Fransayê, ji bajarê Zurîhê yê Swîsreyê, ji bajarên Lubeck, Heîlbronn, Kehl û Bremen ên Elmanyayê bi sedan kes hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê.