'Macron û hikumeta wî bi ya dîktator Erdogan dike'
Partiya Antî Kapîtalîst a Fransayê, serdegirtina polîsên Fransayê û girtina Kurdan şermezar kir.
Partiya Antî Kapîtalîst a Fransayê, serdegirtina polîsên Fransayê û girtina Kurdan şermezar kir.
Partiya Antî Kapîtalîst a Fransayê (NPA) daxuyaniyek weşand û serdegirtina polîsên Fransayê û girtina Kurdan şermezar kir.
Di daxuyaniy NPA'yê de hate gotin, "Ev tedbîrên polîsan li dijî nûnerên gelekî têkoşer nayê qebûlkirin. Eşkere ye ku Macron û hikumeta wî bi hesasiyeteke mezin fermanên dîktator Erdogan bi cih tîne."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Macron bi rengê ku nayê qebûlkirin xizmetê ji desthilatdariya Erdogan re dike û bi bîr xist ku Kurd li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan.
Di daxuyaniya NPA'yê de hate gotin, "Em van tedbîrên sosret ên polîsan şermezar dikin û dixwazin ku aktîvîstên Kurd ên tên darizandin tavilê û bêşert bên berdan, PKK jî ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin."