Lîderên Ewropayê li dijî kes û şîrketên Tirk biryara pêkanînan dan

Lîderên Yekîtiya Ewropayê, li dijî Tirkiyeyê biryara pêkanînên nû dan. Di biryarê de pêkanînên li ser welatiyên Tirk jî hene.

Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîna bilind de ku doh dest pê kir û îro dewam dike, ji ber bûyerên têkildarî Qibris û Yewnanistanê qewimîn, biryara pêkanînan li dijî Tirkiyeyê dan. Eger Tirkiye karên sondajê li Derya Spî bidomîne tê payin ku meha Adarê biryarên hîn tund li dijî Tirkiyeyê bên dayin.

Lîderên Yekîtiya Ewropayê li dijî kes û şîrketên li Derya Spî karê sondajê dikin biryara pêkanînan dan.

Yewnanistanê ragihand ku biryar têrker nîne û dudiliya Yekîtiya Ewropayê ya li ser zexta li aboriya Tirkiyeyê rexne kir. Elmanya, Îtalya û Spanyayê jî diyar kirin ku hîn jî bi rêya dîplomasiyê hin tişt dikarin bên kirin.