Lîderê Katalan ê di girtîgehê de piştgiriya Guven kir

Lîderê Katalan ê serokê rêxistina civakî ya bi navê ‘Omnîûm Cûltûral’ ya ku li herêma Katalonyayê ya Îspanyayê herî kêm 160 hezar endamên wan hene, peyameke piştgiriyê ji Leyla Guven û ji çalakgerên greva birçîbûnê re şand.

Lîderê Katalan ê serokê rêxistina civakî ya bi navê ‘Omnîûm Cûltûral’ ya ku li herêma Katalonyayê ya Îspanyayê herî kêm 160 hezar endamên wan hene Jordî Cûîxart bi rêya parêzerê xwe Olîvîer Peter re, peyameke piştgiriyê ji Leyla Guven û ji çalakgerên greva birçîbûnê re şand

Di peyama Cûîxart de ev tişt hate diyarkirin:

“Rêzdar Leyla Guven. Ez serokê rêxistina civakî ya Katalan a bi navê ‘Ji bo her kesî çand’ê me. 160 hezar endamên rêxistina me hene lê a niha li Îspanyayê ez girtiyekî polîtîk im.

Ez vê nameyê ji bo piştgiriya girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de dişînim. Hêviya min ev e ku hûn baş in û bi hêz in. Ez dixwazim diyar bikim ku ez xwedî li têkoşîna we derdikevim a ku hûn ji bo rûmeta xwe û azadiya xwe ya bingehîn dikin.

Ji ber piştgiriya referandûma serxwebûna gelê Katalan a di 1’ê Cotmeha 2017’an de ez hatime girtin û derbarê min 20 sal ceza tê xwestin. Ligel ku şertê min û we ne wekî hev be jî, em herdu jî ji ber azadiya xwe îfadekirinê û mafê xwe yê mûxalifbûnê hatine girtin. Tu girtîgeh nikare kesên ji bo îdealên xwe têdikoşin, wan ji hev veqetîne. Nabe ku tu kes ji ber fikr û têkoşîna xwe ya mafên mirovan werin girtin.

Em ji Katalonyayê hêz û hurmeta xwe ji we re dişînin. Ew çiqasî çavê me bitirsînin jî wê rojekê edalet pêk were.”