Li Zurîhê 15 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan

Li bajarê Swîsre Zurîhê 15 hezar kes beşdarî meşa ji bo avhewayê bûn.

Li tevahiya Swîsreyê îro ji bo avhewayê “grev” hate îlankirin û li gelek bejaran ji bo avhewayê meş hatin lidarxistin.

Ciwan û zarok ji ber grevê neçûn dibistanê û beşdarî meşên avhewayê bûn.

Meşên ji bo avhewayê li gel bajarê Zurîh li kantonên Swîsreyê Basel, Lûzern, Tûrgaû, Fraûnseld, Bern, Zûg hatin lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşan bûn.

Di çalakiyên ji bo avhewayê de dirûşmeyên ciwanên Antî-Kapîtalîst 3u gotinên li dijî kapîtalîzmê bal kêş bûn.