Li Zurih û Rennesê ciwan û jinan çalakî kirin

Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin dewam dikin. Li bajarê Zurih ê Swîsreyê ciwan û li bajarê Rennes ê Fransayê jî jin li qadan bûn.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Platfroma Ciwanên Zurîhê ciwanên li hev kom bûn li navenda bajar meşek lidar xistin. Ciwanên ku xwedî li berxwedêrên grevan û çalakiyên canbexşane derketin bi zimanê Elmanî, Fransî, Kurdî û Tirkî dirûşim qîrkirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî Komeleya Jinan a Zîn û Meclîsa Jinan a Sara-Sêvê bi daxwaza şikandina tecrîda li ser Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatin destpêkirin çalakî kirin û bal kişandin ser çalakiyên canbexşane.

Jinên li Saînte Anneyê hatin ba hev wêneyên berxwedêrên grevan hildan û belavok belavkirin.