Li Zurîh û Baselê dagirkeriya qeyûman hate protestokirin
Li bajarê Zurîh û Basel ên Swîsreyê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li bajarê Zurîh û Basel ên Swîsreyê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve bi çalakiyekê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Zurîhê hatin ba hev mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de dirûşmên ‘Dewleta dagirker ji Kurdistanê bicehenime’, ‘Qatil Erdogan’, ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û pişre jî çalakî bi dawî bû.
BASEL
Çalakiya protestokirina desteserkirina şardariyan a ji aliyê rejîma AKP’ê/MHP’ê ve ya li Baselê hatiye lidarxistin di roja 3’an de ye. Mîtînga ku li Claraplatazê hate kirin, dirûşmên li dijî AKP/MHP’ê hatin qîrkirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin bang li hemû derdorên demokratîk hate kirin ku piştevaniyê bidin Kurdan. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî û şûnde bi dawî bû.