Li Yewnanistanê qeza trenê: Herî kêm 32 kes mirin, 85 kes birîndar bûn

Li Yewnanistanê treneke rêwiyan a ji Atînayê diçû Selanîkê li trenek bar ket. Di qezayê de herî kêm 32 kes mirin, 85 kes jî birîndar bûn.

Li Yewnanistanê êvara Sêşemê qezayeke gelekî giran a trenê rû da. Trenek ku 350 kes tê de bûn, li treneke bar ket. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê arkujiyê Vassilis Vathfrakogiannis got, "Heta niha herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane."

Vathfrakogiannis bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hîn jî karê rizgarkirinê dewam dike û got, "Ji 85 birîndaran 53 kes hînê li nexweşxaneyê têne dermankirin."

Têkildarî sedema qezaya trenê agahî nehate dayin. Medya Yewnan ji bo vê qezayê got, "Qezaya herî giran a trenê ya Yewnanistanê."