Li Yewnanistanê penaberekî Kurd dawî li jiyana xwe anî, protesto dewam dikin

Li navenda destgîrkirina penaberan a Korinth a Yewnanistanê, penaberê Kurd Îbrahîm Ergun ji bo şert û mercên girtîmayinê şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Îbrahîm Ergun wê bişînin Mûşê.

Penaber Îbrahîm Ergun ê 24 salî, 17 meh bû ku li navenda destgîrkirinê ya penaberan a Korinth dihate hiştin.

Di rûniştina 28'ê Adarê de biryar hatibû dayin ku penaber girtî bimîne. Penaberê Kurd ji bo vê biryarê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî bû.

Rojnamevan Çagdaş Kaplan li ser Twîtterê parvekirinek kir û got, "Navê penaberê Kurd ê ku ji bo girtîmayinê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî Îbrahîm Ergun e."

Piştî trajediyê, li navenda destgîrkirinê çalakiyên şermezarkirinê dest pê kir. Hin beşên navendê hatin şewitandin.

Rojnamevan Çagdaş Kaplan got, "Cenazeyê Ergun piştî otopsiyê ji bo bê veşartin wê ber bi Mûşê ve bê şandin. Navenda Çanda Kurd a Atînayê û komên li dijî nijadperestiyê wê sibe saet di 18:00 de li ber parlamenta Yewnanistanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Polîtîkayên hikumetê yên li dijî penaberan wê bên şermezarkirin."