Li Yewnanistanê partiya herî nêzî desthilatê partiya Demokrasiyê ye

Li Yewnanistanê ku piştî hilbijartina PE'yê Serokwezîr Çîpras biryara hilbijartinê standî, 7'ê Tîrmehê piştî 4,5 salan tê gotin partiya ku herî nêzî desthilatdarbûnê Demokrasiya Nû (ND) ye.

Piştî ku di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê (PE) de ya 26'ê Gulanê lîderê Syrrîza ya li desthilatê û Serokwezîr Aleksîs Çîpras biryar li ser hilbijartinê standibû. Çîpras herî dawî duh çûbû cem Serokkomar Prokopîs Pavlopoulos û bi fermî xwestibû ku hilbijartina giştî ne Cotmehê lê 7'ê  Tîrmehê bin.

Çîpras dibêje hilbijartin çendî zû bibin wê bandora neyênî ya li ser aboriyê were sekinandin, heke wiha nebe jî aboriya welêt wê ziyanê bibîne.

HEMA HEMA MÎSOGER E KU ND WÊ BIBE PARTIYA PÊŞÎ

Piştî ku destpêka sala 2015'an di hilbijartinan de partiya Syrîza bû partiya pêşî, bi Yewnaniyên Serbixwe (ANEL) a rastgir re koalîsyon danî, bi biryara hilbijartina pêşwext jî, rê li ber vekir ku rastgiriya navendî ND were ser desthilatê. Li gorî ankêtên dawî, mîna encamÊn 26'ê Gulanê ND wê bide pêşiya Syrîza û piraniya kursiyên desthilatê bi dest bixîne.

Aleksîs Çîpras û hikûmetên Syrîza her çendî kirin ku Yekîtiya Ewropa (YE) welat ji kontrola fînansê ya navnetewî xilas kiribe jî lê soza ku wê dawî li 'jidandin qarîşê'' bîne bi cih neanîbû. Ev jî bûbû sedem ku gelê Yewnan helwesteke hişk nîşan bide.