Li Wiyaneyê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya xwendinê

Li paytext Wiyaneyê bi çarçoweya pêngava 'Ji Rêber Apo re azadî'' ji ciwanên Kurd, çalakiya xwendina pirtûkan didin destpêkirin.

Aktivîstên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li paytexta Ewûstûrya Wiyanetê bi dirûşmeya, ''Raman nikarin werin girtin! Ji Rêber Apo re aniha azadî'' çalakiya xwendina pirtûkan didin destpêkirin.

Her çarşem saet di navbeyna 16-18'an de wê çalakî li Stephansplatzê were kirin.

Aktivîstan di daxuyaniyê de gotin, ''Em jin û ciwanên Kurd ji bo ku tecrîda mitleq  ku ev 22 sal in li ser Rêber Apo tê domandin şermezar bikn li Wiyanayê çalakiya rûniştinê didin destpêkirin. Di vê çalakiyê de em ê tenê rûnenin, em ê pirtûkên Rêber Apo jî bixwînin. Li çalakiyê standek wê hebe û pirtûkên Rêbertî wê li vê standê hebin, li dora standê wê nivîsên Rêbertî bi rengekî kurt li dowîzan werin nivîsin.''