Li Winterthûrê pêşangeha ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat vekirin
Li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê pêşangeha ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat vekirin.
Li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê pêşangeha ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat vekirin.
Di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê pêşangehek hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wînterthûr (CDK) ve li Qada Neumarkt hat lidarxistin. Di çalakiya ku eleqeyek zêde hebû de bîlbordên ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ya azadîxwaziya jinê, ekolojî û demokratîk tê de dihat vegotin, li qada çalakiyê hate pêşandan.
Di çalakiyê de endamên Wînterthûrê paradîgmaya Abdullah Ocalan vegotin û destnîşan kirin ku divê azad bibe.
Di pêşangehê de metna bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.