Li Winterthurê ji bo siyasetmedar Mûsa Kûrhan sersaxî hat danîn
Ji bo siyasetmedarê Kurd Mûsa Kûrhan yê li Sêrtê li nexweşaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, li Winterthurê sersaxî hat danîn.
Ji bo siyasetmedarê Kurd Mûsa Kûrhan yê li Sêrtê li nexweşaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, li Winterthurê sersaxî hat danîn.
Ji bo siyasetmedarê Kurd Mûsa Kûrhan ê 71 salî ku berî heftiyekê li Sêrtê li nexweşxaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, li bajarê Winterthur ê Swîsreyê sarsaxî hat danîn. Sersaxî ji aliyê malbata Kûrhan ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat danîn. Hevserokê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Gernas Koçer, siyasetmedar Mûsa Farisogûllari, Mehmet Aslan, Alî Şimşek û gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn
Hevserokê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Gernas Koçer axaftinek kir û bal kişand bi ser têkoşîna Mûsa Kûrhan.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar jî bi telefonê tevlî sersaxiyê bû û sersaxî ji malbata Kûrhan re xwest. Aydar wiha got: “Ji ber şert û mercan min nekarî tevlî sersaxiyê bibim, lê dilê min bi we re ye. Di serî de ji hemû malbata wî, hevalên wî û tevgera azadiyê re sersaxiyê dixwazim. Mûsa Kûrhan bi salan têkoşîn meşand û bavê şehîdekê bû.”
Sersaxî heta saetên şevê berdewam kir.