Li Vorarlbergê Komeleya Çand û Hunerê ya Sara hat avakirin

Li bajarokê Gotzis a eyaleta Vorarlbergê Komeleya Çand û Hunerê ya Sara hat avakirin.

Kurdistaniyên li Vorarlberg a Awûstûryayê dijîn, piştî 6 salan bi coşeke mezin Komeleya Çand û Hunerê ya Sara vekirin. Komeleya ku li bajarê Gotzis ê herêma Feldkirch a eyaleta Vorarlbergê hat vekirin, ji bo bîranîna yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ya li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, Hevserokên Civaka Azad Ahmet Zîrek û Ozgur Maraş û Şaredarê Gotzisê Manfred Bohmwalder, rêxistinên civakî yên sivî, bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Di axaftinên vekirinê de hat destnîşankirin ku Komeleya Çand û Hunerê ya Sara nasnameya xwe ya sazîbûnê bi dest xistiye û hate gotin: “Komele wê weke kevneşopiya bîranîn, jiyan û têkoşîna Sara li ser çand û dîroka Kurdistanê xebatên xwe bide meşandin.”

Piştî axaftinan hunermend Seyda Perînçek û Koma Newa derketin li ser dikê stran gotin.