Li Viyanayê turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Meha Gulanê pêk hat

Ciwanên Kurd ên li Viyayayê, bi pêşengtiya Ciwanên Azad a Viyana di turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Meha Gulanê de hatin ba hev.

6 tîmên futbolê tevlî turunvaya li tesîsa sporê ya li hejmara 15 a li Grasbergergasseyê ye bûn.

Li qada lîstikê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Engîn Sîncar, Mezlûm Dogan û alên KCK, YPG, PYD, YBŞ û YPJ hatin hildan û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li qada lîstikê her 6 tîm hatin ba hev. Di dawiya turnuvayê de Koma B a Rojava ya li Viyanayê di lîga amator de dilîze, di hemû lîstikan de bi ser ket û bû yekem.

Koma A ya Rojava bû duyemîn û herî dawî jî Çewlik Spor bû sêyemîn. Di tevahiya lîstikê de Kurdistaniyan govend gerandin.

Turnûva bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî PKK’, ‘’Bijî YPG’, ‘Bijî YPJ’ û ‘Bijî YBŞ’ hate qîrkirin, bi qasî 6 saetan dom kir.