Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Viyanayê TEKO-JIN û TCŞ’ê meşek lidar xistin

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê aktivîstê TEKO-JIN û TCŞ’ê di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ meşek lidar xistin.

Tevgera ciwanên Ewropa TEKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ li Karlsplatez a paytexta Avûstûrya Viyanayê meşek lidar xistin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ li gel ala TJK-E, pankartên bi nivîsên ‘TEKO-JIN’ û ‘Li diji faşîzim û tecrîdê bi hev re serhildan’ hatin vekirin.

Bê navber di meşê de dirûşmên berxwedana Heftanîn silav dike hatin qîrkirin. Piştî meşê li Heldenplatzê mîtîngek hate kirin.

Di axafitnên li ser navê Komuna Ciwanan a Şehîd Kasim Engîn hate kirin de bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a demên dawî de li ser gelê Kurd dijwar bûne. Her wiha berxwedana Heftanîn hate silavkirin û li dijî faşîzmê banga serhildana bi hev re hate kirin.

Mîtîng bi dirûşma ‘Bi hev re serhildan’ bi dawî bû.