Li Viyanayê bi hezaran kesî gotin 'Azadî ji Rêber Apo re'

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut beşdarî Newroza li Viyanayê bû got, "Newroza îsal divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo." Siyasetmedar Îdrîs Balûken jî Newroza 2025'an pîroz kir ku bû gava destpêkê ya paşeroja azad û demokratîk a gelê Kurd.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî li gel dostên xwe bi rengekî kevneşop Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Pîrozbahî bi amadekariya DEM-KURD'ê li Gasometerê bi dirûşma 'Civaka Azad û Rêbertiya Azad' pêk hat.

Salon bi posterên Rêber Apo, pankart û alên cuda hate xemilandin û pankartên bi nivîsa 'Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk' û 'Newroz pîroz be' li dikê hatin daliqandin.

Li gel standên sazî û rêxistinên jin, ciwan, çep û sosyalîst her wiha di çarçoveya kampanya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok' a Ma Musicê de beşek hate avakirin. Endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî bi wesîleya Cejna Remezanê şekirê cejnê belav kirin.

Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Piştre Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar qala detayên kampanyayê kir û li ber Erbaneyê strana 'Keleşo' li gel Kurdistaniyan got.

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokên Civaka Azad Ahmet Zîrek û Dîlek Karaman Newroz pîroz kirin û bang kirin ku sala 2025'an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut jî got, "Newroza 2025'an ji bo tevahiya gelê Kurdistanê Newrozeke dîrokî ye. Bi manîfestoya Rêber Apo re li cîhanê berxwedan bilind dibe. Newroza îsal divê bibe Newroza azadiyê ji Rêber Apo re."

BALÛKEN: EV RUHÊ NEWROZÊ GAVA DESTPÊKÊ YA PAŞEROJA AZAD A GELÊ KURD E

Siyasetmedar Îdrîs Balûken jî bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û got, "Ev ruh û coşa Newrozê ne tenê girtina rûpelê koletiyê yê sedsalî ye, di heman demê de gava destpêkê ya paşeroja azad, aştiyane û demokratîk a gelê Kurd e. Vê yekê pîroz dikim."

Serokê Parlamenta Eyaleta Viyanayê Ernst Woller jî beşdarî pîrozbahiyê bû û got, "Newroz hêvî û azadî ye" û Newroz li gelê Kurd pîroz kir.

Woller anî ziman ku ji 33 sal beriya niha ve ew ji nêz ve bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibe û ggot, "Hêvîdar im ku wê pêşniyara aştiyê ya Abdullah Ocalan bê qebûlkirin û dawiya dawî azad bibe. Divê Abdullah Ocalan azad bibe."

Di dawiya bernameya pîrozbahiyê de hunermend Sîmar, Azad Bedran, Îbo Qamişlo, Koma Dewran, Hozan Ariana, Alî Jiyan û Alî Gavarîn hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Newroza te pîroz be Serok Apo' û bi gerandina govendê bi dawî bû.