BI DÎMEN

Li Vîlîers-le-Belê bîranîna Hefteya Lehengiyê

Kurdistaniyên li banliyoya Vîllîers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê dijîn, bi boneya Hefteya Lehengiyê di navbera 21-28'ê Adarê de çalakiyeke bîranînê li dar xistin.

HEFTEYA LEHENGIYÊ

Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Gelan li hev civiyan, di şexsê du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û Mahsun Korkmaz de hemû şehîdên Newrozê bi bîr anîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku PKK partiya şehîdan e û bal hate kişandin ku her şehîdek çîroka PKK'ê nivîsandiye. Di axaftinan de hat diyarkirin ku bi saya fedekariya şehîdan gelê  ku hatiye çewisandin û di bin betonê de hatiye binaxkirin ji nû ve zindî bûye.

Bi domdarî hate gottin ku agirê ku bi sê niftikên Mazlûm Dogan vêxistî di dilê mîlyonan de veguherî hêviyê, Mahsûn Korkmaz bû nîşaneya wêrekiyê û bi hezaran leheng derketin holê.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.