Li Toûloûseyê tecrîd hate protesto kirin

Li bajarê Toûloûseyê yê Fransayê bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadan.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Toûloûse yê Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Hevserokên NCDK’a Toûloûseyê di çalakiyê de axivîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin divê CPT peywira xwe bi cih bîne.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku “Di warê exlaqî û wijdanî de nabe ku li ser rêberekî tecrîd hebe.” Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.