Li Toûloûse çalakiya ‘dîktator darezînin’ hate kirin

Li bajarê Toûloûse ya Fransayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ standek hate danîn û îmze hatin komkirin.

Di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ li bajarê Toûloûse ya Fransayê standek hate danîn û îmze hatin komkirin.

Di çalakiyê de bêdengiya Ewropa ya li ber êrîşên dewleta Tir a li ser Kurdan jî hate şermezarkirin, tevahiya rojê armanca çalakiyê hate vegotin û îmze hatin komkirin.