Li Torontoyê protestoya qeyûman

Piştî darbeya qeyûman a li ser sê şaredariyên mezin ên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê li Toronto ya Qenedayê Kurdistaniyan çalakiyek kirin.

Çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê didomin.

Çalakiyek dijî darbeya qeyûm jî li Toronto ya Qenedayê çêbû. Li Torontoyê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk meşek hate kirin. The Greater Toronto Kurdish House, Baskên Ciwanan ên Elewî yên Qenedayê, Komale û Komîteya Fiilîpînê jî destek da.

Girse li kolana şên a bajêr Yonge/Bloorê kom bû û bi alayên HDP'ê meşiya. Di meşê de belavok hatin belavkirin û li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek hate dayin.