BI DÎMEN

Li Torîno û Înnsbruckê pîrozbahiyên Newrozê: Ji Rêber Apo re azadî!

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Torîno û Înnsbrûckê de hate destnîşankirin ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bênavber dewam bike.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û sînevziyonê, Hevşardarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Firat Anli gel silav kir. Anli, tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û got, "Em ê zîhniyeta AKP'ê têk bibin."

Di pîrozbahiyê de bi coşek mezin govend hat gerandin. 

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be", "Jîn jiyan Azadî" hatin berzkirin. 

INNSBRUCK

Li paytexta Înnsbrûck a eyaleta Tîrol a Avûstûryayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate organîzekirin bûn.

Di bernameyê de Şivan Perwer, Mîkaîl Aslan, Cemîl Koçgirî, Koma Dewran û Mehdî Atay derketin ser dikê.

Di dema ku tevgera ciwanên Tîrol di şevê de pankart vekirin, Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zûmrût û Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek jî axaftin kirin. Axaftvan peyama "Eger gelê me helwesteke xurt nîşan bide, wê Rêbertiya me bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî" da.