Li tevahiya Elmanya û Ewropayê wê ji bo Şengalê çalakî bên lidarxistin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ragihandin ku di 27 û 29'ê Adarê de wê li ber Sefaretxaneyên Iraqê yên li Ewropayê û li gelek bajarên Elmanyayê dakevin qadan û xwedî li Şengalê derkevin. Saziyan ji bo Şengalê banga tevlîbûna van çalakiyan kirin.

Saziyên Civaka Êzidî ya li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişand ser metirsiya li ser Şengalê û hişyarî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî lihevkirina Bexda, Enqere û Hewlerê, Ji 9'ê Cotmehê 2020'an ve çiqas çû zextên Iraqê li ser rêveberiya Şengalê tûj bûn. Gelek caran heyet ji Şengalê çûn Bexdayê, gelek soz hatin dayîn, lê ew soz mixabin ne hatin girtin û durûtiya wan nîşan bû."

Saziyan diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst bi Iraqê da qebûlkirin ku rêveberiyek xweser li Şengalê çênebe û işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev her sê hêz bûn sedem di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê fermaneke nû bê serê civaka Êzidî û wiha hate gotin, "Bi navê sazî û pêkhateyên civaka Êzidî, em di serî de bang li civaka xwe ya Êzidî, li hemû mirovahiyê ku xwe demokrat dibîne, dikin ku li vê dijberiyê rabin ser piyan û dengê berxwedana Şengalê bilind bikin. Divê civaka me baş bizanibe ku Iraq a ji qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an re bêdeng ma, nikarîbû gelê xwe ji êrişên DAÎŞ'ê biparêze, wê nikaribe Şengalê jî careke din biparêze."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên xêrnexwaz çav berdane Şengalê û ev bang hate kirin: "Divê Êzidiyên li tevahiya cîhanê belav bûne rabin ser xwe û li Şengal a cihê bav û kalan xwedî derkevin. Şengalek bê asayîş û bê îrade, lawazkirin û tunekirina Êzidiyatiyê ye. Em li ser vî esasî dubare bang diki ku civaka me van rojên bê li dijî xeteriya li ser Asayîşa Şengalê dakeve qadan."

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku wê di 27'ê Adara 2021'ê de li seransera Elmanyayê, bi taybetî li bajarên Hannover, Bîelefeld, Saarbrucken, Bremen, Oldenbûrg û Dusseldorfê çalakî ben lidarxistin.

Roja 29'ê Adara 2021'ê jî wê li gelemperiya Ewropayê li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Iraqê çalakiyên şermezarkirinê pêk were.

Ji bo van çalakiyan jî saziyan ev bang kir: "Werin em Şengala cihê bav û kalan biparêzin. Werin em ala Mam Zekî û Mam Beşîr bilind bilind bikin. Werin em li keda Zerdeşt, Tolhildan, Bêrîvan û Egîdan xwedî derkevin" û bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Daxuyanî ji aliyê van saziyan ve hate weşandin: Sîwana Meclisên Jinên Êzdî, SMJÊ,NAV-YEK/ Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan, Hevbendîya Êzdiyên Sûriyê HÊS, Meclisa Şingalê ya Derveyî Welat, MŞD,Hevgirtina Ciwanên Êzdî, HCÊ,Navenda Çanda Êzdîxan, NÇÊ Sîwana Meclisên Gundên Êzdiyan, SMGÊ.