Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydney ê Evûstralyayê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku wê jinên Kurd û tevgerên jinan ên dinyayê bibin kabûsa dîktatoriya Erdogan û bi saya têkoşîna enternasyonalîst jî wê hesap ji faşîzma AKP û MHP’ê were stendin. Di çalakiyê de tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kiribûn jî stand hate vekirin û di çarçoveya pêngava ‘Ji bo darizandina dîktatorekî 100 sedem’ îmze hate komkirin.