Li Sydneyê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê dijîn desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdîn ên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve bi çalakiyekê protesto kirin.

Kurdistanî li pêşiya Qenala 7 TV a li Martîn Placa li hev civiyan, têkildarî desteserkirina şaredariyan belavokên bi zimanê Îngilîzî xwendin û piştre ber bi Parlamentoya NSW’ê ve meşiyan.

Li pêşiya parlamentoyê mîtîngek hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Keskan a Ewûstralya Jaîme Parker, Davîd Shoebrîdge di mîtîngeê de axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku desteserkirina şaredariyan nayê qebûlkirin û bal hate kişandin li ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo destpêkirina pêvajoyekî aştiyê.

Li aliyê din hate diyar kirin ku di pêvajoyekî wiha de şer û zextên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan nayê qebûl kirin.