Li Swîsreyê ji bo Rêberê Gelê Kurd dar hatin danîn
Li Çiyayê Soleîl a Swîsreyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin danîn.
Li Çiyayê Soleîl a Swîsreyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin danîn.
Bi munasebeta rojbûna Rêbrerê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiyayê Soleîl a Swîsreyê dar hatin danîn.
Li baxçeya çiyayê Soleîl ya li bajarê St-Îmîer a Swîsreyê ku ji bo bîranîna şervanên enternasyonalîst ên di berxwedana Rojava de nemir bûnî hatî amadekirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd dar hatin danîn.
Di merasîma danîna daran de ya bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Şehîd Mizgîn a Bernê, Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr a Bernê û Komîteya Rojava hatî lidarxistin de li ser navê Meclîsa Jin a Şehîd Mizgîn Saadet Kûran ji ANF’ê re daxuyaniyek da. Kûran got, “Îro bi munasebeta rojbûna Rêberê me, me li baxçeya ku ji bo şehîdên me hatiye avakirin, dar danî. Di rojekî wiha de em bi hevgihandina Rêbertiya me ya bi şehîdên Rojava re girîng dibînîn. Di rojbûna Rêbertiya me de bi hêviya ku Rêbertiya me bigihîje azadiya xwe me dar danî.”
Li ser navê Komîteya Rojava çalakvan Cîndy jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Şoreşa Rojava ya bi fikir û paradîgmaya Ocalan hatî afirandin ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Em li baxçeya ku ji bo şervanên enternasyonalîst ên di oxira vê şoreşê de li Rojava şehîd bûne, danîna daran ya ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan hatine gel hev. Ez li vê derê rojbûna Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz dikim.”
Di aliyê din de sibe li Swîsreyê wê li gelek navendan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîrozbahiyên bi pêşengtiya melîsên jinan bên lidarxistin.