Li Swîsreyê ji bo Leyla Guven pankart bi îstastona trênê ve hate kirin

Li bajarê Chûrê yê Swîsreyê bal hate kişandin ser tecrîd û grevên birçîbûnê.

Li bajarê Chûrê yê Swîsreyê bal hate kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin.

Ji aliyê çalakgerên Yoûng Strûggle ve di destê sibehê de li îstasyona trênê ya Chûrê pankarta “Leyla Guven 129 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, tecrîdê bidin sekinandin” hate daliqandin.