Li Swîsreyê berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin

Berxwedana grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didome, li Swîsreyê hate silavkirin.

DELEMONT

Li bajarê Delemontê yê kantona Jûrayê li pêşiya îstasyona trênê ya navendî çalakî hate lidarxistin û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ hate vekirin.

Çalakgeran wêneyê Zulkuf Gezen bi ber xwe ve kirin ê ku li Girtîgeha Tekîrdahê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû.

Piştî xwendina belavoka bi Fransaî çalakî hate bidawîkirin.

ZURÎH

Li pêşiya Parlementoya Kantona Zurîhê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di şexsê Zulkuf Gezende yê ku çalakiyeke fedaî kir, deqîqeyekê rêz hate girtin. Çalakger xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê derketin û slogan berz kirin. Piştî xwendina belavoka bi Elmanî çalakî bi dawî bû.