Li Swîsre çalakiya ‘Ji bo Rojava 7000 Pankart’ destpê dike

Li Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li ser Rojava çalakiya ‘Ji bo Rojava 7 Hezar Pankart’ destpê dike.

Di pêşengtiya Saziyên Kurdistanî, Swîsreyî û Tirkiyeyî 24’ê Tebaxê roja Şemiyê ji bo balê bikişînin ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava û bi armanca raya giştî ya navneteweyî bide çêkirin, li bajarên Swîsreyê çalakiya ‘Ji bo Rojava 7 Hezar Pankart’ tê destpêkirin.

Ji bo balê bikişînin ser tecrîdê li Swîsre û gelek welatên Ewropayê çalakiya ‘7 Hezar Pankart’ hatibû destpêkirin.

Komîteya Amadekariyê ragihandin ku wê li her qadê pankart bên hildan. Pêşniyarên ji bo pankaran wiha ne: ‘Rojava diheman demê de şerê me ye jî’, ‘Ji şerê li Rojava re na’ û ‘Her der berxwedan, her der Rojava’ ne.

Saziyên ku destekê didin çalakiyê jî wiha ne: ‘Komîteya Rojava Zurich, FIST, Meclîsa Jinan a Bêrîtan a Zurîh, Widerstandvernetzung, Fight4rojava, Make Rojava Green Again, Komîteya Rojava ya Basel, Perspektiven bauen Bern.’