Li Swêdê ji ber qirkirina Êzidiyan 12 sal ceza li jinekê hate birîn
Li Swêdê, jineke 52 salî ji kolekirina jin û zarokên Êzidî sûcdar hate dîtin û ji ber sûcê qirkirinê 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Li Swêdê, jineke 52 salî ji kolekirina jin û zarokên Êzidî sûcdar hate dîtin û ji ber sûcê qirkirinê 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Li gorî daxuyaniya Dadgeha Stockholmê, jina bi navê Lîna Îshaq ji sûcê 'qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên cidî' sûcdar hate dîtin û kiryarên wê di çarçoveya êrîşeke berfireh a DAÎŞ'ê de hatiye kirin ku li hemberî Êzidiyan bûn.
Sê jê jin, şeş jê zarok bi giştî 9 kesan têkildarî sûcên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî Êzidiyan di çarçoveya lêpirsîna destpêkê ya li Swêdê de doz li bersûc vekiribûn.
Dadgehê got, "Vê jinê ew li bajarê Reqa yê Sûriyeyê nêzî pênc mehan dîl girt û weke ku mal û koleyên wê ne nêzîk bû."
Li gorî biryarê, Êzidî ji azadiyê bêpar hiştin, li wan qedexekirin ku bi ola xwe bijîn, neçar hatin hiştin karê malê bikin û wêneyên wan hatin kişandin ku ji endamên din ên DAÎŞ'ê re bêne dayin.
Dadgehê diyar kir ku Lîna Îshaq ji veguhestina mexdûran, girtina wan û kolekirina wan berpirsyar bû.
Dadgehê her wiah destnîşan kir ku "sîstema kolekirinê ya giştî" ji aliyê DAÎŞ'ê ve li dijî nifûsa Êzidiyan weke yek ji rêya sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê hatiye bikaranîn.
Dadgeran her wiha tespît kirin ku jin xwedî nêta tinekirina komeke olî bû.
Lîna Îshaq di sala 2022'an de ji ber ku hişt kurê wê yê 12 salî ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke leşkerê zarok bê bikaranîn hatibû cezakirin û girtî ye.
Li gorî servîsa îstîxbaratê ya Swêdê Sapo, yek ji çaran nêzî 300 Swêdî yan jî kesên li Swêdê diman bi taybetî di salên 2013 û 2014'an de li Sûriye û Iraqê tevlî DAÎŞ'ê bûn.