Li Swêdê di 1’ê Gulanê de dewleta Tirk hate protestokirin
Li 5 navendên Swêdê Kurdistaniyên ji bo 1’ê Gulanê çalakî kirin, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Li 5 navendên Swêdê Kurdistaniyên ji bo 1’ê Gulanê çalakî kirin, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdistaniyên di 1’ê Gulanê de li Orebro li qada Vaghûstorgen, li Brûnnparken a Goteborgê, Erîkslûnd AVM a Vasterasê, li Helsîngborg û Soderhamnê hatin ba hev 1’ê Gulanê pîroz kirin. Her wiha di çalakiyan de zext û operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd jî şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên ‘Bijî 1’ê Gulanê’, ‘Dewleta Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’ û ‘Dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin’ hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku divê Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dawî li hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk bîne, bang li raya giştî ya Swêdê hate kirin ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk raweste û piştevaniya bi gelê Kurd re bê xurtkirin.