Li Swêdê ji Demokratên Xiristiyan helwesta li dijî dewleta Tirk

Li Swêdê Demokratên Xirisitiyan xwestin ku Tirkiye ya ku demokrasiyê binpê dike li parlamentoyê were nîqaşkirin û parlamento li dijî binpêkirinan ji bo helwestê diyar bike peywirê bide hikûmetê.

Helwesta li dijî binpêkirina mafan û destgîrkirin û girtina HDP'yiyan didome.

Piştî ku Wekîlê Partiya Çepgir  Hakan Svennelig êrîşên li ser HDP'ê anî rojeva parlamentoyê Wekîla Partiya Demokrat a Xiristiyan Dêsîrêe Petrûs jî pêşniyarnameyek da parlamentoyê û xwest ku girtinên li Tirkiyê û binpêkirina mafê mirovan were axaftin.

Petrûs got gelek kes li bendê ne ku hikûmet zextê li Tirkiyê bike.

Petrûs bi bîr xist ku di deklarasyona polîtîkaya derve de bi Tirkiyê re hem wê hevkarî û hem jî diyalogeke rexneyî bihata avakirin û got, ''Lê di deklarasyonê de li bara geşedanên negatîf ên mafê mirovan û demokrasiyê ve ya li Tirkiyê ti helwest nayê nîşan dan. Di pêngava demokrasiyê de ku hikûmetê par aşkere kirî, li dijî Tirkiyê ti gaveke berbiçav nayê dîtin.''

Petrûs di pêşniyarnameyê de girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenteran jî bi bîr xist.

Petrûs diyar kir niha divê zêdetir lîder biaixivin, divê mafê mirovan û azadiyên sereke yên li Tirkiyê bînin rojevê, li welatekî ku dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê ew qebûl nakin ku aktîvistên demokrasiyê werin girtin, mesele ew e bê ka Swêd çi dike û wê çi bike.

Tê payin ku pêşniyarname nîvê cotmehê were nirxandin û nîqaşkirin.