BI DÎMEN

Li Stûttgartê ‘Rojên Diyalogê’ dewam dikin

Çalakiyên ‘Rojên Diyalogê’ ku ji aliyê Meclîsa Herêmê ya Stûttgartê û Komîteya Têkiliyên Dereve tê organîzekirin, dewam dikin.

Di çarçoveya çalakiya ku 3 rojan berdewam bike de, di tevahiya 2 rojên ewil de li pêşiya Parlementoya Baden-Wurttemberê stand hat vekirin, danezan û broşurên destan hatin belavkirin. Her wiha dosyayekî pêşkêşî serokê parlementoyê hat kirin.

Sibê ku roja sêyemîn û dawiya çalakiyan e, di navbera ciwanên Kurd û ciwanên Elman de xebatên diyalogê û çalakiyên xwendina pirtûkan werin lidarxistin.

Li pêşiya parlementoyê dîsa stand were vekirin, dosya û broşurên destan werin belavkirin û dosya pêşkeşî rayedarên parlementoyê bê kirin û çalakî bi dawî bibe.