Li Stûttgartê êrîşên li ser Zînê Wertê hate protestokirin

Li bajarê Stûttgarta Elmanyayê, êrîşa dewleta Tirk a li ser Zînê Wertê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Pêkhateyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd yên ku li Schrottplats (Kobanê) hatîn cem hev, di daxuyaniya dayîn de êrîşên bi hevkariya dewleta Tirk û KDP’ê li ser Zînê Wertê û Mexmûrê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li hevkirina KDP’ê ya li ser bingehê tunekirina Kurdan li gel Tirkiyê di axa xwede îsrar dike ku bira bi birayî bide kuştin. Ji bo vê tabloya şerm banga ‘Ji bo ku nirxê manewî yê Kurdistanê zêdetir nexe bin pêyan, bila ji vê îxanetê vegere’ li KDP’ê kirin.

Tim tim dirûşmeyên, “Bijî berxwedana PKK”, “Bimre îxanet”, “Dewleta Tirk ji Başur derkeve”,  “Qatîl Erdogan”,  “Terorîst Erdogan” berz kirin.

Di çalakiyê ala û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate hildan û belavok hatin belavkirin.