Li Stûttgartê ji bo hevgirtina girtiyan çalakî hate lidarxstin
Kurd û dostên wan ji bo hevgirtina girtiyan li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê çalakî li dar xistin.
Kurd û dostên wan ji bo hevgirtina girtiyan li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê çalakî li dar xistin.
Veysel S. ê li Stûttgartê girtî ye di 11’ê Mijdarê de dema ku ew biribûn ba bijîşkê çavan qeyd li lingê wî hatibû xistin, destê wî xistibûn kelepçeyê û bi qayîşê ew li paldankê girêdabûn.
Ji bo protestokirina vê rewşê nûnerên AZADÎ, FCK, NCDK-Stûttgart, Platforma Dengê Girtiyan, DGB-Stûttgart, Kurdistan Solîdarîtat û Sûzammen Kampfne li pêşiya girtîgehê kom bûn.
Di çalakiyê de hate diyarkirin vê helwesta li dijî Veysel S. li dijî qanûnan e.
Martîn Heîmîng ê ku parêzerê Veysel S. ye jî diyar kir ku ji bo zextên wekî kelepçeyê were rakirin îtîraz kirine lê ji ber hinceta ewlehiyê daxwaznameyên wan hatine redkirin.